Li bajarê Xarpêtê çûna nav daristana hat qedexekirin

03 tîrmeh 2024 23:40
Li bajarê Xarpêtê çûna nav daristana hat qedexekirin

PeyamaKurd – Parêzgeha Xarpêtê (Elzaığ) çûna nav daristana heya 30ê Êlûnê qedexe kir. Di daristanan de kirina pîknîkê, vêxistina agir, danîna kampê û her kiryarên ku dikare bibe sedema şewata daristanê qedexe kir.

Biryar li parêzgehê di civîna komisyona bergirtina şewata daristanan de hat sitendin. Di biryarê de hat gotin ku:

“Li dora daristanan, bêhnevdan, pîknîk, vêxistina agirê manqelê, vêxistina semawer, vêxistina agir û şewitandina pirêzan û şewitandina çiqilên daran yên jêkirî hatiye qedexe kirin.”