Li bajarê Semsûrê di qezayê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn
04 adar 2025 00:37
PeyamaKurd – Li Semsûrê li navça Gölbaşiyê qezakî trafîkê çêbû û di qezayê de otomobîlekî wergeriya. Di qezayê de kesekî can da û 3 kes birîndar bûn.
Qeza, li navça Gölbaşiyê li gundê Çelikê çêbû. Di qezayê de desthilat ji destê ajotvan derket û Baran Kaya yê di otomobîlê de mir. Nazım Kaya (24), Gaffar kaya û Mehmet Kaya birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Gölbaşıyê. Baran Kaya yê ku can da, birin morga nexweşxana dewletê ya Gölbaşıyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin