Li bajarê Qesrê qazvan dest bi çêrandina qazan kirin
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Qersê xwedîkirina qazan û bazirganiya wan weke sektorekiye. Kesên qazan xwedî dikin, bi sedan qazan xwedî dikin û di dawiya meha cotmehê de wan baş xwedî dikin û gelek caran piştî berf dikeve erdê wan serjêdikin û hişk dikin.
Li Qersê ti mal nîne ku li ser sifra wan qaz nebin. Bi taybetî qazên hişkkirî difroşin deverên din û heya derweyê welat jî. Hem bihayê goştê qazên hişkirî zêdeye û herkes nikare bikire û bixwe.
Kesên qazan ji bo bazirganiyê xwedî dikin, ji xwe re qazvanekî digrin da wan biçêrînin û bibin ser avan, wan av bidin. Qazvan serê siba zû qazan dibin çêrê, wan dimeşîne û heya êvarê wan dibe malê dihewîne. Hem avjendina qazan bi xwe tişteka mecbûriye.
Mehekî û nîv berya serê qazan jêbikin, wan bi ceh xwedî dikin û di avê de bi wan sobeberî didin kirin.
Dema berf dibare, serê wan jêdikin ji ber pêwiste bêhna giya ji goştê qazan nê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin