Li bajarê Erzeromê operasyona siyasî: 25 binçavkirî

11 cotmeh 2024 01:23
Li bajarê Erzeromê operasyona siyasî: 25 binçavkirî

PeyamaKurd – Hêzên asayîşa bajarê Erzeromê beşa TEMê operasyon kir ser kesên ku goya têkiliyên wan û PKK/KCK bi hevre hene û 25 kesan xist bin çav. Li gor ragihandina asayîşê; di nav binçavkiriyan de kesên ku di sala 2014an de tevlî çalakiyên bûyera Kobaniyê jî bûne hene.

Piştî îfadên 25 kesan li baregeha asayîşa bajarê Erzeromê sitendin, wan şandin dadgehê û dadgeh 23 kesan bi şertê kontrola edlî serbest berda.

2 kes jî piştî dozger îfadên wan sitend, wan serbest berda.