Li Azerbeycana Îranê ser derket

24 hezîran 2019 22:41
Li Azerbeycana Îranê ser derket

PeyamaKurd- Li rojavayê Îranê li welatê Azerbeycanê di navbera hêzên artêşa Îranê û grûbeka ku nasnameya wê nehat aşkerakirin de, şer derket û di encamê de 1 kat kuştin û 4 kes birîndar bûn ku 2 ji wan leşkerin.

Li gor ragihandina malpera aîdê Parêzvanên Şoreşê ya Îranê; li eyaleta Azerbeycanê li bajarê Çaldiranê, di navbera artêşê û rêxistineka çekdar ya li dijî rejîma Îranê şer derket. Di şer de 1 ji çekdarê grûbê hat kuştin, 2 ji wan leşker bi temamî 4 kes birîndar bûn.

Malper dibêje ku di encama şer de gelek muhîmmat xistine dest û navê rêxistinê aşkera nekirin.