Li Amerikayê teqîn pêk hat kesek mir 3 jî birîndar bûn

11 tebax 2020 18:55
Li  Amerikayê teqîn pêk hat kesek mir 3 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li taxeke bajarê Baltimore yê Amerîkayê tekîn pêk hat, di teqîne de , kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Malpera Fox Baltimore eşkere kir ku teqîn li taxekê li devera Bayksfîl a bajarê Baltimore yê eyaleta Maryland pêk hat. Malperê da zanîn ku di encama teqînê de, keçekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve kenala WBFF a televizyonî li ser malpera xwe belav kir ku tîmên agirkujê, 3 kes ji nava kavilan xilas kirin û hîn jî lêgerîna li wendayan berdewam e. Heta niha sedema teqînê nayê zanîn, lê hin çavkaniyan eşkere kir ku teqîn, ji ber belavbûna xazê rû daye.