Li Amerîkayê qeza tekneyê: 11 mirî

20 tîrmeh 2018 19:02
Li Amerîkayê qeza tekneyê: 11 mirî

PeyamaKurd- Li Amerîkayê li eyaleta Missouriyê li ser Gola Table Rock ê, tekneya ku geştiyaran digerand qelibî û 11 kes jiyana xwe ji dest dan.

Şerîfê Stone ê Dog Rader di beyana xwe de got ku li ser Gola Table Rockê do bi şev, qezayekî çêbû û bi sedema bayê tekneya ku geştiyaran digerand ser u binê hev bû. 11 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Bo 5 kesên wenda jî xebata lêgerînê dewam dike.