Li Amedê zilamek bi kêrê hat kuştin
Li navçeya navendî ya Rêzanê ya Amedê M.E.D. yê 48 salî ku bi kêrê hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.
RûpelNews - Bûyer duh şev li ser erdekî vala li Taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rêzanê qewimî.
Li gorî agahiyan, M.E.D. (48) ji aliyê kesên ku li wir bûn ve bi kêrê hatiye dîtin. Piştî agahdarkirina Navenda Banga Acil a 112, tîmên bijîşkî yên acîl û yekîneyên polîsan ên 112 sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî destwerdana destpêkê ya tîmên bijîşkî, M.E.D. rakirin nexweşxaneyê, lê tevî hemû hewldanên bijîşkî jî nehat rizgarkirin.
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat dest pê kirin.
