Li Amedê wesayitek kete nava zeviyê

02 îlon 2026 22:41

Li navçeya Erxenî ya Amedê, piştî ku ajokar kontrola wesayîtê winda kir û wesayît ket zeviyekê, kesek birîndar bû.

Li Amedê wesayitek kete nava zeviyê

RûpelNews - Bûyer li nêzîkî taxa Çakmakê qewimî. Wesayîta bi plaqeya 23 BV 858, piştî ku ajokar kontrola wê winda kir, ji rê derket, ket nava zeviyekê û wergeriya.

Piştî ku şahidên bûyerê agahî dan, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesê birîndar piştî destwerdana ewil bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Wesayît bi rêya kamyoneke kişandinê ji cihê bûyerê hat rakirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Amedê wesayît ket zeviyê: Kesek birîndar bû