Li Amedê kesek li darê daleqandî hat dîtin
Li navçeya Peyas a Amedê, kesek bi darekê ve di baxçeyê malekê mirî hat dîtin.
RûpelNews - Bûyer li xaniyekî yekqatî bi baxçeyekî li Taxa Peyasê qewimî.
Li ser agahdarkirina welatiyan ku kesek di baxçeyê de daliqandî dîtin, tîmên tenduristiyê û polîsan şandin cihê bûyerê.
Di encama muayeneya tîmên tenduristiyê de hat destnîşankirin ku B.S. yê 35 salî jiyana xwe ji dest daye. Cenaze ji bo otopsiyê birin morgê.
Tîmên polîsan li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin. (iha)
