Li Amedê agir girte plazayekê
Li navçeya Peyas a Amedê şevê din agirt girte plazayekê. Agir, piştî mudaxeleya tîmên agirkujiyê hate vemirandin. Di şewatê de pênc kes ji ber hilmijîna dûmanê rakirin nexweşxaneyê.
RûpelNews - Şewat derdora saet 11ê şevê li plazayekê ya li ser Bulvara Laleş a li taxa Talaytepe ji sedemên ku hêj nayên zanîn derket. Piştî banga hawarçûnê, tîmên agirkujiyê, AFAD, tenduristiyê û polîsan ber bi herêmê ve hatin şandin. Piştî mudaxeleyê, ku bi piştgiriya wesayîtên topên avê hat kirin, agir hat kontrolkirin û vemirandin.
Sê agirkuj û du welatî ji dû û dûkêlê bandot dît in. Hat ragihandin ku rewşa pênc kesên ku rakirin nexweşxaneyê aram e û jiyana wan ne di xeterê de ye. Heşt kesên di nav avahiyê de bi ewlehî hatin derxistin.
Parêzgariyê daxuyanî da
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu ragihand ku şewat hatiye vemirandin û operasyonên sarkirinê berdewam dikin û lê zêde kir ku sedema şewatê dê piştî lêkolînekê were destnîşankirin.
