Li Amedê dergevanekî ket valahiya ciyê asansorê û can da

24 adar 2025 23:36
Li Amedê dergevanekî ket valahiya ciyê asansorê û can da

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Peyasê (Kayapınar) dergevanê bi navê Abdurrezak Memiş (37), dema kontrola sansorê dikir, mêzêna xwe wenda kir û ket valahiya ciyê asansorê. Abdurrezzak Memiş li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê, tîmên polîsan, îtfaiye û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê lê dîtin ku dergevan Abdurrezak Memiş li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazê Memiş, piştî otopsiya wî kirin, birin navça Egilê gundê Bahşilerê û sipartin xakê.