Li Almanya polîsan xortekî kurd gulebaran kir

20 tebax 2026 17:30

Li Munîhê, polîsan xortekî 14 salî yê kurd gulebaran kir piştî ku demanceyek lîstokê di destê wî de hebû, wekî çekekî rastî şaş fêm kirin. Malbatê îdiaya polîsan red kir. Malbat gêncî welatiyê Tirkiyê ne û serlêdana wan a penaberiyê li Almanyayê hatibû redkirin.

Li Almanya polîsan xortekî kurd gulebaran kir

RûpelNews - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê, polîsan gule li xortekî 14 salî reşand ku demançeya pêlîstok a airsoft a ku wî di destê xwe de girtibû, wek ya rastîn fêm kirin.

Polîsan diyar kir ku, tevî ku ferman lê hatibû dayîn ku demance deynê, xortî ew bilind kiriye hewayê û ber bi wan ve ziviriye û ev yek bûye sedem ku ew guleyê berdinê. Lêbelê, malbat dibêje ku polîs rastiyê nabêjin û diyar dikin ku di dema bûyerê de xortî gotiye "ev pêlîstok e" û demance avêtiye erdê.

Hat ragihandin ku, wekî di van bûyeran de rûtîn e, Desthilata Polîsan a Bavyerayê lêpirsîneke pêşîn li ser yasayîbûna bikaranîna çekan ji aliyê polîsan ve dimeşîne, di heman demê de Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Munîhê jî lêpirsînek daye destpêkirin.

Di destpêkê de hatibû ragihandin ku ew di salên xwe yên 20an de ye, lê paşê derket ku ew 14 salî ye.

Bûyer roja Sêşemê li navçeya Schwabing a Munîhê qewimî. Raporên destpêkê yên di çapemeniyê de diyar kiribûn ku polîsan gule li zilamekî çekdar ê di temenê 20an de reşandiye.

Lêbelê, paşê derket holê ku ew kes, ku di rewşeke krîtîk de rakiribûn nexweşxaneyê û emeliyat bûye, welatiyekî Tirkiye ê 14 salî bû û çeka ku wî dema li kolanan digeriya pê dilîst, 'tiştek bû ku dişibiya demanceyeke rastîn'.

Li gorî agahiyên herî dawî yên di çapemeniya almanî de, ew tiştê ku polîsê alman di daxuyaniya xwe ya fermî de wekî "tişteke mîna demanceyeke rastîn" bi nav kiribû, di rastiyê de demanceyeke pêlîstok bû.

Ev çek, ku hem di xuyabûn û hem jî di giraniyê de dişibin çekên rastîn û di lîstikên airsoftê de bi guleyên plastîk ên 6 mîlîmetreyî tên bikaranîn, wekî "çekên airsoftê" tên zanîn.

Polîs çi dibêje?

Li gorî agahiyên ku ji aliyê berdevkekî polîsan ve hatin parvekirin, roja Sêşemê derdora saet 17.15an, niştecîhekî herêmî li nêzîkî rawestgeha Hohenzollernplatz a li Munîhê telefonî polîsan kir û ragihand ku kesek bi çekekê li derdorê digere û piştre siwarî otobuseke ber bi Kurfürstenplatzê ve bûye.

Berdevkî diyar kir ku, li dû vê agahiyê, polîsan tîmek ji 80 efseran ji bo girtina gumanbar seferber kiriye û du efserên bi cih û bê unîform gumanbar dîtine.

Polîsan fermana 'raweste' li gumanbar da, ku bi keçeke ciwan re dimeşiya; di wê gavê de, gumanbar 'tiştekî ku dişibiya demanceyê ji pantorê xwe derxist' û 'tevgerên wekî ku demanceyekê bar dike kirin' û ku tevî hişyariya polîsan a ji bo avêtina çekê, "gumanbar dema ku çek bilind kiribû ber bi her du polîsan ve zivirî" û ku yek polîs dema ku çek li wan hat arastekirin, gule li gumanbarî reşand.

Xortê ku ji aliyê tîma ambûlansê ya gihîştibû cihê bûyerê ve bi rewşeke giran rakiribûn nexweşxaneyê, emeliyat bû. Di daxuyaniyê de tê gotin ku rewşa wî niha cihgir e.

Malbata wî îdiayên polîsan red dike

Malbata xortî û Navenda Kurdî ya li Munîhê dibêjin ku vegotina polîsan a bûyerê rastiyê nîşan nade.

Malbatê di axaftina xwe ya ji çapemeniya alman re îdia kir ku xortî gelek caran qîriya "ev demanceyeke lîstikê ye" û tiştê ku di destê wî de bû avêt erdê, lê dîsa jî polîsan gule berdan.

Wekî din, malbat îdia dike ku, tevî birînên wî yên giran, polîsan lingê xwe danîne ser singê xortî, wî heqaret kirine û ew kelemçe kirine.

Wekî din, li gorî îfadeya malbatê, kelemçeyên ku li xortî hatibûn girêdan, li ser daxwaza tîma tenduristiyê ya ku bi ambûlansê, hatin vekirin.

Ciwanê ku hatiye gulebarankirin kî ye?

Li gorî agahiyên ku ji aliyê polîsan ve hatine parvekirin, xortê 14 salî yê ku bi giranî birîndar bûye, kurê malbatekê ye ku sê sal berê bi malbata xwe re ji Tirkiyeyê hatiye Almanyayê û serlêdana penaberiyê kiribû.

Tê ragihandin ku serlêdana penaberiyê ya malbatê hatiye redkirin û ew niha di pêvajoya deportkirinê de ne. Wekî din, agahiyên ku ji aliyê polîsan ve hatine dayîn diyar dikin ku berê li ser xwendekarê 14salî, bi gumanên êrîşê, lêpirsînek hatibû kirin. (DW Türkçe)