Li Almanya bi sedema plana darbê, darazandina endamên rêxistinê destpêkir
PeyamaKurd – Li Almanya bi sedema plankirina revandina wezîrê tensuristiyê ya Karl Lauterbache û plankirina darbê, 5 endamên ku hatibûn binçavkirin, darizandina wan destpêkir. Hat ragihandin ku armanca grûbê ew e ku li derdora Reichsbürgerê rakirina ji ortê ya nîzama demokratîk ya azad e.
Dawe, di dadgeha bilind ya eyaleta Koblenzê de dimeşe û endamên rêxistina ‘Welatperwerên Yekgirtî’ bi tewana bi planeka ast bi ast xwestine şertên şerekî navxwe peyda bikin û hukumeta federal biroxînin. Dozger Nikolaus Forschner, tewana endamên rêxistinê ragihand. Dozger weha got:
“Perçeyekî ji armanca rêxistinê ew e ku wezîrê tenduristiyê Karl Lauterbach birevînin, endamên rêxistinekî xwecîh ne û li hemberê hukumeta federal bi xayînî xwe amade kirine. Endam xwestine bi teqemeniyan êrîşê avahiya elektrîkê bikin û li seranserê Almanya elektrîkê bibirin.
Endamên grûbê di 14 ê Nîsana 2022an de xistibûn binçav. Dibe ku di serê sala 2024an de doz encam bide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin