Li Afganistanê teqînek pêk hat: 8 kesan canê xwe ji dest da

02 îlon 2019 12:41
Li Afganistanê teqînek pêk hat: 8 kesan canê xwe ji dest da

PeyamaKurd - Li bajarê Farah ê Afganistanê teqînek pêk hat. Hat diyarkirin ku di encamaa wê teqînê de 8 kesan canê xwe ji dest daye.

Berdevkê Midûriyeta ewlekariyê ya Farahê Muhibbullah Muhib ji rojnamevanan re ragihand ku di encama teqînekê de 6 kesên sivîl û 2 xebatkarên ewlekariyê canê xwe ji dest dane.

Muhib amaje kir ku ew bombe ji aliyê Talibanê ve hatiye danîn.

Heya niha Talîbanê derbarê miajrê de tu daxuyanî nedane.