Li Afganistanê lehî rabû: 21 mirî, 6 birîndar
25 sibat 2025 22:09
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li eyaleta Farah a Afganistanê ji ber barana zêde û tund lehî rabû.
Li gorî ragihandina berpirsên eyaletê di encama rabûna lehiyê de, ziyaneke mezin çêbûye û 21 kesan can daye, 6 kes jî birîndar bûne.
Berpirsê Rêveberiya Karesatan Mohammad Israel Sayar, eşkere kir ku zarok û jin di nav de 21 kes di lehiyê de mirine û 6 kesên din jî birîndar bûne.
Saziya Keşnasiya Afganistanê jî ji bo 32 eyaletên welat ku ji 34 eyaletan pêk tê, hişyariya şape û lehiyên nişkave daye ku bandora barana xurt li ser wan heye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Afganistanê lehî rabû: 182 mirî, 250 birîndar
01 îln 2022
Jiyan
Li 8 parêzgehên Îranê lehî rabûn: 60 mirî û birîndar hene
09 hzr 2023
Cîhan
Li Rihayê lehî rabû: Mirî hene!
15 adr 2023
Cîhan
Di mizgeftê de teqîn: Bi dehan mirî û birîndar
06 sbt 2026
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin