Li Adanayê operasyona DEASê hat kirin

31 berfanbar 2018 01:28
Li Adanayê operasyona DEASê hat kirin

PeyamaKurd- Hêzên asayîşê yên Adanayê gihan wê baweriyê ku wê DEAŞ di sersala nû de bikeve nava tevgeran û biryara operasyonê bo ser wan bikin dan.

Operasyon di bin serpereştiya dozgeriya Adanayê de, bi 250 polîsan ve ji aliyê rêvebiriya li dijî terorê hat kirin. Polîs avêt ser 16 navnîşanan û hem di heman demê de hat kirin. Di encamê de 18 kes hatin girtin û alavên ku tê de sûc hebûn dest danîn ser wan.

Gumanbarên ku hatin girtin wan birin kontrola tenduristiyê û wan ji wir birin rêvebiriya asayîşê. Kesên binçavkirî çûne Sûriyê, tevî DEAŞ ê bûne û paşî dageriyane Adanayê.