Li 9 deverên Licê 15 rojan qedexe hat ragihandin
09 hezîran 2023 13:47
PeyamaKurd - Li navçeya Licê ya Diyarbekirê, bi hinceta operasyonên dijî PKKê li 9 herêmên ewlekariya taybet 15 rojan qedexe hate ragihandin.
Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, 9 deverên li sînorê taxên Zengezor û Mizagê yên navçeya Liceyê wekî, “heremên ewlekariya taybet” 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku qedexe ji 7ê Hezîrana 2023an ve destpêkiriye û heta 22yê Hezîrana 2023yan berdewam dike.
Hatiye diyarkirin ku qedexe ji bo “dabînkirina ewlehiyê, rêgirtina li bûyerên tundûtûjiyê û her rewşeke xirab” hatiye ragihandin û yên pabendî qedexeyê nebin wê derbarê wan de lêkolîn bê destpêkirin û bên ceza kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li 13 deverên Sirnexê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
28 mjd 2024
Cîhan
Li 9 deverên Nisêbînê 15 rojan qedexe hate ragihandin
27 brf 2023
Jiyan
Li Bedlîs û navçeyên wê 3 rojan qedexe hat ragihandin
10 sbt 2024
Magazîn
Berî Festîvala Dêrsimê qedexeya 15 rojan hate ragihandin
02 tbx 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin