Li 81 parêzgehan biryarên nû derbarê dibistanan de
Piştî êrîşên li ser dibistanan li Riha û Mereşê, li gorî biryara ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve derbarê ewlehiya dibistanan de ji 81 parêzgehan re hatiye şandin, dê hebûna hêzên ewlehiyê li dibistanan were zêdekirin û sîstemên X-ray û kamerayên ewlehiyê werin danîn.
RûpelNews - Biryarnameya bi sernava 'Tedbîrên Ewlehiyê ji bo Dibistanan û Derdorên Wan' û ji aliyê Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çiftçi ve hatiye îmzekirin, ji ofîsên parêzgariyan, polîs, cendirme û wezaretên têkildar re hatiye şandin û dê tedbîrên li dibistanan werin xurtkirin.
Di bin sîstema nû de, tedbîrên ewlehiyê yên parastin û pêşîlêgir, ligel mekanîzmayên hişyariya zû, dê wekî prensîbên bingehîn werin pejirandin. Rayedarên parêzgehê dê raporên mehane li ser tedbîrên hatine girtin û bûyerên rûdabûyî pêşkêşî Wezareta Perwerdê û Wezareta Karên Navxwe bikin.
Sîstemên X-Ray û kamerayan tên danîn
Di biryarnameyê de tê wiha hat gotin:
"Di çarçoveya Lîsteya Kontrolê ya Ewlekariya Dibistanê de, hemû tedbîrên ewlekariya fîzîkî yên dibistanan (dîwarên derdora erda dibistanê, xalên kontrolê yên ketin û derketinê, sîstemên kamerayên ewlehiyê, kontrolkirina çantan, gihîştina kontrolkirî, hwd.) û tedbîrên din ên têkildarî tenduristî û ewlehiyê (ewlehiya şewatê, alarm, amûrên parastina ji herikîna bermayî, hwd.) dê bi koordînasyona rêveberiyên parêzgehî yên perwerdehiya neteweyî bên nirxandin û kêm û kurtiyên heyî dê bêyî derengî bên sererastkirin. Dê li dibistanan sîstemên kamerayan bên danîn ji bo çavdêriya hundir û derdorê û dê were misogerkirin ku sîstemên kamerayên ewlehiyê yên heyî di rewşa xebatê de bimînin."
Têketin û derketin dê tenê ji dergehekê were sînordarkirin
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
"Astengiyên fîzîkî yên li derdora dibistanan (dîwar, têlên dorpêçê, hwd.) dê werin kontrolkirin û kêmasiyên heyî dê werin sererastkirin; dergehên zêde yên ne-pêwîst ên ku ji bo têketin û derketina xwendekar û mêvanan tên bikaranîn dê werin girtin, da ku têketin û derketin bi awayekî kontrolkirî tenê ji dergehekê were birêvebirin. Nîşanên meylên tundûtûjiyê, zimanê gefxwarinê, pirsgirêkên kontrolê, şêwazên reftarên êrîşkar, çi bi awayekî fîzîkî çi jî devkî bin û nîşaneyên rîskê yên ku li ser platformên dîjîtal derdikevin holê dê ji nêz ve bên şopandin û mekanîzmayên hişyariya zû û destwerdana zû dê bi awayekî bibandor bên pêkanîn. Dema ku karê destwerdan û şandinê ji bo xwendekarên ku di bin rîskê de tên dîtin tê kirin, dê hevkariya bi dê û bavan re û hevrêziya di navbera saziyan de were misogerkirin û dê mekanîzmayên pêwîst ên şopandin, nirxandin û şopandina berdewam werin damezrandin. Ji bo piştgirîkirina pêşketina xwendekaran û kêmkirina faktorên rîskê yên ku dikarin bandoreke neyînî li ser wan bikin, dê pêşîniya misogerkirina ku însiyatîfên rêberiya pêşketinî û pêşîlêgir bi awayekî bibandor werin meşandin, bê dayîn. Hewldanên ji bo bihêzkirina malbatan di warê pêşketina zarokan de dê werin zêdekirin. Dê însiyatîfên başbûna dîjîtal ên ku armanca wan zêdekirina şarezayiyên xwendekar, mamoste û dê û bavan di warê rîskên dîjîtal de ye, werin berfirehkirin."
