Li 5 navçên bajarê Rize ya Derya Res, hez li erdê ket

22 cotmeh 2024 23:34
Li 5 navçên bajarê Rize ya Derya Res, hez li erdê ket

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Reş li Rize, li 5 navçên wê, bi sedema barana zêde lehî rabû û li 95 ciyan hez li erdê ket. Xebatên tesbîta zerarê dewam dikin lê 18 kes ji ciyên talûke neqlî ciyên bi ewle kirin.

Parêzgehê bi nivîskî ragihand ku ji 13e Cotmehê de baran dibare, li 95 ciyên 5 navçeyan heyelana erdê bûye, tîmên xebatê, xebata xwe dewam dikin, tesbîta zeraran dikin, li 36 ciyan, ji 42 xaniyan biryara neqla 15 xaniyan dane û ji bo ewlehiya 4 xaniyan jî dê dîwaran ava bikin.