Li 4 parêzgehan operasyonên DAISê: 70 kes hatin desteserkirin

30 berfanbar 2019 15:41
Li 4 parêzgehan operasyonên DAISê: 70 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê li 4 parêzgehan operasyon hatin pêk anîn û di encamê de 70 kes hatin desteserkirin.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê 33 kesên biyanî û li parêzgeha Batmana bakurê Kurdistanê 22 kesên gumanbar hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Kayseri 9 kes û li Edeneyê jî 6 kes bi tevahî 70 kes hatin desteserkirin.

Hat diyarkirin ku derbarê kesên ku ji ber endambûna DAIŞê hatine desteserkirin de lêpirsîna emnî û edlî didome.