Li 3 parêzgehan operasyona DAISê hat lidarxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin, li Mêrsîn, Edene û Çanakkaleyê di operasyonên li dijî DAIŞê de gelek kes hatin desteserkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê li ser navnîşana 11 gumanbaran ku yek ji wan welatiyê Fransayê ye operasyoneke hemwext li dar xist.
Nêzî 250 polîs beşdarî operasyonê bûn.
Xebatên polîsan ên ji bo girtina gumanbaran û lêgerîna wan a li navnîşanan dewam dike.
ADANA
Ekîbên Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê (TEM) a Midûriyeta Polîsan a Edeneyê tespît kirin, 10 gumanbarên ku tê îdiakirin berê li ser navê DAIŞê çalakî kirine li bajêr in.
Tîmên operasyona şaxa TEMê û polîsên tevgera taybet bi ser 10 navnîşanên cuda de girtin.
Ekîbên şaxa TEMê li navnîşanên serdegirtinê lêgerîn kirin.
Hin gumanbarên hatin desteserkirin piştî kontrola tenduristiyê ya li Tiba Edlî ya Edeneyê birin midûriyeta polîsan.
CANAKKALE
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Çanakkaleyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî DAIŞê ya Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê da hemwext avêtin ser 7 navnîşanên ku ji berê hatibûn diyarkirin.
Di operasyonê da 9 şikbar hatin binçavkirin.
Piştî karên li midûriyeta polîsan ji gumanbarên ku sewqî edliyeyê hatibûn kirin 5 kes hatin girtin, 3 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 1 gumanbar jî piştî îfadeya dozgeriyê serbest hatin berdan. (Çavkanî: AA)

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin