Li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê anketa doza girtina HDPê: Encam balkês in!
PeyamaKurd - Navenda Lêkolînan a Sosyo Polîtîk a Meydanî, li ser mijara doza girtinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê rapirsiyek pêk anî.
Rapirsî li bajarên Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Wan, Qers, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Mûş û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê, di navbera rojên 18-21ê Adara îsal bi beşdariya hezar û 20 malbatan û rûbirû hate encamdan.
Di rapirsiyê de pirsa “Hûn hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu çawa dibînin?” li beşdaran hat kirin.
Ji %33.5ê beşdaran ew biryara dijî Gergerlîoglu wek “derbeyek li dijî îradeya siyasî”, ji 28.3ê beşdaran wek “kiryareke encama tifaqa AKP-MHPê”, ji %22.6ê beşdaran wek “encameke neçar a proseya yasayî” û ji % 15.1ê xelkê jî wek “biryarek e ku berî proseya yasayî biçe serî” binav kirin.
Bi giştî %73.9ê beşdaran hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu wek “encama proseya yasayî” nabînin. Herwiha li gorî encamên rapirsiyê xelk doza li dijî HDPê ne wek dozeke yasayî, lê weke biryar û dozeke bi mebestên siyasî dibînin.
Li ser pirsa doza girtina HDPê jî ji %36.8ê beşdaran diyar kirine “demokrasiya Tirkiyê dê birîndar bibe”, ji %13.1 “derbe dê li hewlên çareserkirina Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz bikeve”, ji %12.8 “dê rewşa Tirkiyê aloztir bibe”, ji %11.5 “cudabûna hestyarî li cem Kurdan dê kûrtir bibe” û ji %9.1ê beşdaran jî diyar kirine ku “temsîla siyasî ya Kurdan dê lawaz bibe.”
Li ser îhtimala girtina HDPê jî ji %25.9ê beşdaran gotin, “cudabûna hestyarî li cem Kurdan dê kûrtir bibe” ji %16.8ê beşdaran gotin “temsîla siyasî ya Kurdan dê lawaz bibe” û ji %16ê beşdaran jî diyar kirine “dê derbe li hewlên çareserkirina pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û aştîxwaz bikeve.”
Pirsa “Li gor we li hember hewldana girtinê divê HDP çi bike?” jî li beşdaran hatiye kirin û ji %39.8ê xelkê gotine, “divê li benda encamê bimîne û li gor wê helwesta xwe diyar bike”, ji %15ê xelkê gotin “bêyî ku li benda encamê bimîne, bila xwe belav bike û bi navekî din berdewam be” û ji %10.4ê xelkê jî diyar kirine ku divê HDP “li qada navdewletî rayeke giştî” pêk bîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin