Leystikvanê sanoyê Julien Arnold li ser dikê jiyana xwe ji dest da
30 mijdar 2024 19:37
PeyamaKurd – Leystikvanê bi nav û deng yê Kanadayî Julien Arnold di 60 saliya xwe de, li Tiyatroya Edmontonê ya bi navê Citadelê, dema di leystika bi navê "A Christmas Carol" de dileyîst bi yek carê ket û li ser dikê can da.
Şanoya Citadelê ragihand ku Julien Arnold di wexta di şanoyê de dileyîst pirsgirêka wî ya tenduristiyê çêbû û yekser jê re mudaxeleya tenduristiyê hatiye kirin lê mixabin can daye. Şano weha dewam kir:
“ Bi salaye ku Julien endamekî şanoya me yê hêja bû. Şiyanên wî yên leystikê, nezaket û hezkirina wî ya hunerê bandora mezin li ser me kir. Bi koça wî em xemgîn bûn.”
Li ser sedema mirina şanoger ti agahî nehat dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Magazîn
Li Pêsangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên kurdî balê dikêsin: “Kurdî dihele!”
22 mjd 2024
Magazîn
2yemîn Festîvala Sanoyê ya Seqizê destpê kir
06 îln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin