Leyla Guvenê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kir

21 tebax 2019 22:04
Leyla Guvenê bang li Serokê Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Hevseroka KCDê Leyla Guven li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dijî destdanîna ser şaredariyan banga yekitiyê hem li kurdan hem jî li gelên Tirkiyeyê kir û ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got, "Em bang dikin; li dijî van polîtîkayên qirêj em bibin îradeyek."

Leyla Guven piştî astengkirina daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê ya dijî tayînkirina qeyûman bi girseya civiyayî û rayedarên HDPê re d çalakiya rûniştinê de cî girt û daxuyanî dan medyakaran.

Guven wiha axivî: "Li dijî van polîtîkayên qirêj divê tifaqa kurdan bê pêşxistin... Her çiqas ji eniya Tirkiyeyê piştgirî bê jî muxatabê vî karî em kurd in. Vîna gel hatiye desteserkirin. Tayînkirina qeyûman darbeyek e. Li dijî vê yekê em ê bibêjin, her roj çalakî her roj berxwedan. Dê gelê kurd vîna xwe derxe holê."

Guven di axaftina xwe de banga yekitiyê 'hem li kurdan hem jî li gelên Tirkiyeyê kir' û ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir: "Em li bendê de rêzdar barzanî xwedî helwest be. Me berê çi êş û jan jiyabin, sedema wê nebûna yekrêzî û tifaqa me ye. Em bang dikin; li dijî van polîtîkayên qirêj em bibin îradeyek."