Levy: Rews di serdema îdareya Trump de bo Kurdan gelek xirab bû

07 mijdar 2020 19:00
Levy: Rews di serdema îdareya Trump de bo Kurdan gelek xirab bû

PeyamaKurd – Li ser helwesta Trump a li hember Kurdan, Fîlozofê Fransî Bernard Henri Levy ji K24 rê axivî.

Bernard Henri Levy da zanîn: “Rewş di serdema îdareya Trump de bo Kurdan gelek xirab bû. Ez nikarim jibîr bikim ku Kurd du caran ji aliyê îdareya Trump ve rastî xiyanetê hat. A yekem di 2017an de dema referanduma başûrê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî weke hevpeymanekî bi wefa ligel wî mamele nehat kirin. Wê demê jî min got; cara ewil e destê rojava bi xwîna dostên wê sor bû. Sala 2017an dema Kurdistan dorpêç lê hate kirin û Kerkûk hat dagirkirin, ez bawer im ji ber tirsonekiya îdareya Trump û Amerîkayê bû.”

Fîlozof Levy destnîşan kir: “Xiyaneta duyem jî ku li Kurdan hat kirin, piştî du salan di 2019an de li Rojavayê Kurdistanê û biryara vekişandina serbazên Amerîkayê û vêxistina lambeya kesk ji Tirk û milîsên ser bi Tirkiyê re û rêdana dagirkirina xaka Kurdistanê bû. Loma Kurd di serdema îdareya Trump de du car xiyanet lê hat kirin.”

Herwiha Bernard Henri Levy da zanîn: “Ne ez û ne ti kesekî din nikare pêşbîniya siyaseta îdareya Biden bike, lê dikarim vê yekê bibêjim; weke çar salên serdema îdareya Trump nabe. Bi dilekî şikestî ji were dibêjim; di çar salên borî de li başûr û rojava jî gelek karê xirab li we hat kirin û we ezmûneke tal derbas kir. Ez dikarim vê yekê bibêjim; ku di serdema desthilata Biden de bi vê şêweyê nabe.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Levy destnîşan kir: “Bêguman ti serokekî Amerîkayê nikare berjewendiyên welatê xwe ji bîr bike, bi taybetî di vê rewşê de ku mixabin dinyaya rojava deriyê xwe li ber cîhanê girtiye. Ji aliyekî din ve nikarim pêşbînî bikim û bizanim siyaseta Biden li hember Îranê dê çawa be. Gelo dê heman siyaseta Obama be an cuda be? Tiştê ez dikarim ji we re bibêjim ev e: Yekem; siyaseta derve li ser bingeha şarezayî dê araste bike, a duyem jî; Ez bawer im Trump ji neyarên xwe hez dikir, weke Erdogan û Putin. Hûn dê wê hezkirin û nêzîkbûnê di îdareya Biden de bo wan, nebînin.”