Leskerên Tirkiyê zarokekî 15 salî bi gulebaranan kustin
01 cotmeh 2021 13:59
PeyamaKurd – Li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, leşkerên Tirkiyê, zarokekî 15 salî bi gulebaranan kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, ji bajarê Dirbêsiyê dema ku Ehmed Hisên El-Nasir ê 15 salî dixwest di gundewarên Dirbêsiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat gulebarankirin.
Herwiha li gor zanyariyan, di encama gulebarana leşkerên Tirkiyê de, Ehmed Hisên El-Nasir birîndar bû û ew rskirin nexweşxaneyê, lê şeva borî li nexweşxaneya wî bajarî can da.
Ehmed Hisên El-Nasir ê 15 salî, bi xwe xelkê gundê Ereb Xan ê nahiya Zergan e, ku di van demê dawiyê de çekdarên ser bi Tirkiye ve bi tundî bombebaran dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Leskerên Tirkiyeyê li Kobaniyê zarokekî 14 salî kustin
27 tbx 2024
Jiyan
Wezîfa leskerên Tirkiyê yên li Lubnanê (UNIFIL) 2 sal dirêj kirin
21 cot 2025
Jiyan
Meclisa Tirkiyê wezîfa leskerên Tirkiyê yên li Somaliyê salekî dirêj kir
04 sbt 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin