Leskerên Tirk li Kanî Masî daketina asmanî kirin û li ser çiyayê Kevresor binkeya leskerî danîn
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê bi rêya asmanî, binkeyeke serbazî li ser çiyayê Kevresor yê li sînorê nehiya Kanî Masî ya Başûrê Kurdistanê bi cih kir.
Rêveberê Nehiya Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re daye xuyakirin: “Şeva din şer di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de li deverê berdewam bû û piştre li pey bombebaraneke tund li dijî binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), hêzên Tirkiyê vê sibê li çiyayê Kevresor daketin û binkeyeke serbazî li wê deverê cîgir kirin.”
Serbest Sebrî herwiha diyar kir: “Ji 27ê meha borî ve artêşa Tirkiyê li deverên Zinarê Kêste û bilindahiyên Çelkê Mesîhiyan û Mela Redê, ji helîkopterê daketin û binkeya xwe ya serbazî cîgir kirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin