Leskeran gundî li hewsa qereqolê kom kirin û bi saetan li bin tavê histin

14 îlon 2019 19:02
Leskeran gundî li hewsa qereqolê kom kirin û bi saetan li bin tavê histin

PeyamaKurd – Leşkerên Tirk li herêma gundiyên herêma Omeryan duh li Qereqola Mehsertê kom kirin û 2 saetan di bin tavê de hiştin, heqaret li wan hat kirin û li wan dan. Welatiyan got: “Mîna wêneyê salên 90î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin.” 

Li gorî nûçeya MAyê, li gundên herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de 7’ê îlonê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di navbera tîmên taybet-cerdevan û endam3en HPG’ê de pevçûn derketibû. Midurê tîmên taybet ê Mêrdînê Tufan Kansuva û cerdavenek hatibûn kuştin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû ku di 10ê îlonê de 3 endamên HPG’ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane. Qedexe li gundên Cînata Muho, Cînata Hiso yên Nisêbînê û li gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê hatibû îlankirin. 

DU SAETAN DI GERMÊ DE HEQARET LI GUNDIYAN KIRIN

Qereqolê ji keyayan xwest di 13’ê îlonê de bi malbatên xizmên wan di girtîgehan de, yên zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û yên zarokên wan hêj di PKKê de ne biçin qereqolê. Navê malbatên dê biçin qereqolê yek bi yek hatibûn rêzkirin.

Gundî bi metirsiya dê leşker bi ser malên wan de bigirin çûn qereqolê. Ji 15 gundan nêzî 70 kesî çûn û eskeran wan li hewşa qereqolê kom kir. Welatiyan da zanîn ku nêzî 2 saetan li ber tavê hatine hiştin û eskeran heqaret li wan kiriye û li wan dane. 

‘HEW MABÛ EM TAZÎ NEKIRIN’ 

Gundiyan anî ziman ku di nava kesên da ku extiyar jî hebûn li ser pêya hiştin û Midurê Ewlekariya Mehsertê û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Mehsertê Kamîl Aksoy jî di nav de heqaretên giran li wan kirin. Gundiyan got bi taybetî fermendarê cendirmeyan Kamîl Aksoy çêrên zayendperest li wna kiriye û gotinên giran li wan kiriye.

Gundiyan diyar kir ku ciwanek bertek nîşanî heqaretan da eskeran lêda û gotin: “Pişt re wî birin hundir. Li wir çi lê kirin em nizanin. Pişt re 5 kesên din jî bertek nîşan dan û li wan jî dan. Bi taybetî heqaretên mezin li keyayên gundên wan hatibû qedexe ragihandin kirin. Çêrî dayik û hevjînên me kirin. Pêkanînên salên 90’î anîn serê me. Wek wêneyê salên 90’î bû. Ew mabû ku me tazî nekirin. Her cûre zext û heqaret li me kirin. Îşkenceya salên 90’î hat ber çavê me.”