Lêkolîneke zanistî li ser Covid-19: Berê di 13 rojan de dikust, niha di hefteyekê de dikuje

26 cotmeh 2020 04:42
Lêkolîneke zanistî li ser Covid-19: Berê di 13 rojan de dikust, niha di hefteyekê de dikuje

PeyamaKurd – Di encama lêkolîneke zanistî ya li ser pandemiya vîrusa koronaya nû Covid-19 hatiye kirin de, derketiye holê ku vîrusê mutasyon derbas kiriye û hîn xedartir bûye.

Zanyarên Brîtanî lêkolîneke li ser pandemiya Covid-19 di kovara zanistî SAGE de weşandin ku tê de diyar dikin ku êdî vîrusa korona bi derbaskirina mutasyonê re hîn xetertir bûye.

Li gorî encamên wê lêkolînê, beriya niha kesên bi vîrusê diketin û giran derbas dikirin, di nav 13 rojan de jiyana xwe ji dest didan, lê niha li gorî encamên lêkolînê vîrus zûtir mirovan dikuje.

Di lêkolînê de hatiye gotin, beriya 1ê Tebaxa 2019an kesên bi vîrusa korona diketin nîşaneyên kuxik û zêdebûna kela laşê wan peyde dibû di nav 13 rojan de dimirin.

Lê belê di nexweşên 1ê Tebaxê de derketiye holê ku ev dem nîvî nîvî kêm bûye û êdî mêr di nav 7,5 de jiyana xwe ji dest didin û jin jî di 6 rojan piştî pêketina koronayê can didin.

Zanyaran ev yek bi guherîna mûtasyona vîrusa koronayê ve girê dane û dibêjin, vîrus niha hem zêdetir belav dibe hem jî hê zêdetir kujer bûye.

Ji Kanûna 2019an heta niha ku vîrusa koronayê cara yekem li bajarê Wuhan ê Çînê derketibû holê, li seranserê cîhanê zêdetirî 43 milyon kes pê ketine û milyonek û 150 hezar kes zêdetir pê mirine.