Lehiyê zerar da Tirba Ehmedê Xanî!

23 tîrmeh 2018 16:23
Lehiyê zerar da Tirba Ehmedê Xanî!

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Agiriyê taviyên baranê lê kirin û di demeke kin de lehî rabû. Lehî li derdora Agirî û Bazîdê bandora xwe zêde kir û hinekî zerar da Tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshaq Paşa.

Li Agiriyê taviyên baranê, bûn sebeba lehiyeke mezin. Li herêmê hemî best û bor û çem ser ve çûn û zerar dan berhemên dîrokî jî. Rêya Tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshaq Paşa hemî bûn kevir û herî. Av û herî kete nava Tirba Ehmedê Xanî de jî.

Piştî ku lehî sekinî, li Tirba Ehmedê Xanî û derdora wê xebatên edilandin û paqijkirinê dest pê kirin.