Lavrov: Rojava dixwaze me tune bike

27 berfanbar 2022 20:00
Lavrov: Rojava dixwaze me tune bike

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, rêveberiya Ukraynayê bi wê yekê tohmetbar kir ku hewil dide NATO û Rusyayê bîne hember hev û îdia kir ku welatên Rojava hewil didin Rusyayê tune bikin.

Sergey Lavrov rexne li helwesta welatên rojavayî û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy a di şerê Ukraynayê de kir û got,

"Ji her kesî ve eyan e ku armanca stratejîk a Amerîka û hevalbendên wê di NATOyê de ew e ku Rusya li qada şer têk bibin û bi vî awayî Rusyayê gelek lawaz bikin an jî wêran bikin." 

Lavrov bal kişand ser helwesta Amerîkayê ya li dijî Rusyayê ku her diçe berfirehtir û tûjtir dibe û diyar kir ku ne pêkan e bi rêveberiya Biden re pêwendiyeke asayî berdewam bike.

Wezîr Lavrov destnîşan kir ku Volodimir Zelenskiy hewil dide NATOyê zêdetir bikişîne nav şer û wiha got: "Zelenskiy hewil dide ku Amerîkiyan û endamên din ên NATOyê bikişîne nav tofanê û hawireke jêneger a ku bi artêşa Rus re pevçûn çêbibe, hêvî dike.”