Lavrov: Nameya garantîyên ewlehiyê îro ji Amerîka û NATOyê re tê sandin

17 sibat 2022 19:00
Lavrov: Nameya garantîyên ewlehiyê îro ji Amerîka û NATOyê re tê sandin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ew dê îro nameya derbarê garantîyên ewlehiyê de ku ew mijar bûye sedema sorkirina krîza Ûkraynayê radestî Amerîkayê bikin.

Lavrov piştî civîna ligel hemkarê xwe yê Îtalyayê Luigi Di Maio, li Moskowê nirxandin bo medyayê kirin.

Lavrov li ser rakêşiya Ûkraynayê red kir ku Rûsya sedema aloziyê ye û got, wan meha borî bersiva derbarê garantîyên ewlehiyê de ji Amerîka û NATOyê wergirtiye.

Herwiha Lavrov ragihand ku wan bersiva Amerîka û NATOyê analîz kiriye û ew dê îro nameya derbarê garantîyên ewlehiyê de ji wan re bişînin ku dê ew name ji raya giştî re jî vekirîbe.

Lavrov îdia kir ku welatên Rojavayî berpirsiyên xwe bicih nayînin û li ser tetbîqata berdewam a ligel Belarûsê ya li sînorên Ûkraynayê jî got, wê tetbîqat 20 Sibatê bidawî bibe, lê ew nizane bê rakêşiya heyî bidawî dibe yan na.