Lavrov bersiva pirsa kustina sivîlan da: Rûsya ne pir û pak e, em ji xwe serm nakin!

17 hezîran 2022 17:31
Lavrov bersiva pirsa kustina sivîlan da: Rûsya ne pir û pak e, em ji xwe serm nakin!

PeyamaKurd –  Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di hevpeyvîneke ligel BBC ya Brîtanî de, li ser pirsên derbarê şerê dijî Ukraynayê de daxuyaniyên balkêş dan.

Sergey Lavrov ji edîtorê BBC Steve Rasenberg re got, “Em ne pir û pak in. Rûsya çi be ew e. Em ji şerm nakin ku xwe nîşan bidin.”

Lavrov îdia kiriye ku wan Ukrayna dagir nekiriye û wan tenê operasyoneke taybet daye destpêkirin daku bi wan bidin zanîn ku tevlîkirina Ukrayna bo NATOyê tawanek e.

Li ser kuştina sivîlan jî Lavrov gotiye, nûçeyên derew mezin dikin û belav dikin, “Rûsya ne pir û pak e. Rûsya çi be ew e. Û em ji nîşandana hebûna xwe şerm nakin.”

Hêjayî gotinê ye, ji 24ê Sibata 2022yan ve ku êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê dest pê kirine, heta niha herî kêm 5 milyon ukraynî neçarî koçberiya derveyî welat bûne û ji bilî windahiyên leşkerî yên bi deh hezaran têne bilêvkirin, kuştina bi hezaran sivîlan jî hatiye tomarkirin û hin bajarê Ukraynayê jî di bombardimanên Rûsyayê de bi temamî hatine hilweşandin.