Lavrentyev Amerîkayê di mijara YPG/PKKê de rexne kir
PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Vladimir Putin ku ji Sûriyê berpirse Aleksandır Lavrentyev, rexne li Amerîkayê kir. Sedem jî desteka Amerîkayê ya bo PKK/PYD ê li rojavayê Kurdistanê û mayîna Amerîkayê li Sûriyê nîşan da.
Rexna Lavrentyev piştî civîna Asatanayê ya garantoran ya 11 emîne ku îro roja yekem bû û bo çapemeniyê weha ragihand:
“ Em fêm nakin bê bo çi di bin navê têkoşîna li dijî DEAŞê de, Amerîka piştgiriya yekîneyên Kurd yên çekdar dike û bi hêza koalôsyonê ve li herêmêye. Ji ber Amerîka salek û nîv berê gotibû bo em dawiya DEAŞê bînin, bo wan 6 meh lazime. Salekî jî dirêj kirin û dibêjin heya DEAŞ neqede ji deverê dernayên. Di herêmaka biçûk ya li ser sînorê Iraq-Sûriyê bi miqdarê hezar an 1500 kes DEAŞ mane. Hun dikarin niha bi 60 hezar hêzên Kurd re qiyasê bikin. Amerîka bo li Sûriyê bimîne vêya bikartîne.”
Lavrentyev ragihand ku berê ew destekê dane komisyona 50 kesî ya bo avakirina destura Sûriyê. Her weha di gotinê xwe de got ku ew xwedî opsiyonên têr û tijene ku rejîmê û hem muxalefetê têr bikin.
Di mijara guhertina esîran de her dû alî dibe ku vê carê 50 heya 60 kesî bi hev biguhêrin. Çendeyek berê her dû alî 10 kesan weka mînak bi hev guhertibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin