Lapid: Îsraîl ji her cûre gef û senaryoyan re amade ye!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapîd, derbarê peymana nukleerî ya tê çaverêkirin bi Îranê re ji nû ve were girêdan û gefên Îranê daxuyanî dan.
Lapîd di civîneke ewlehiyê de got: “Heger Îran di ezmûnkirina me de berdewam be, wê destê dirêj û karînên Îsraîlê keşf bike. Îsraîl ji her gef û senaryoyê re amade ye.”
Nivîsgeha Serokwezîrtiya Îsraîlê da xuyakirin ku Lapîd beşdarî civîna ewlehiyê ya li baregeha Nevatîm a Asmanî bûye û gotiye, “Hîn zû ye, bê emê bikaribin peymana nukleerî rawestînin yan na. Lê belê Îsraîl ji her cûre gef û senaryoyan re amade ye.”
Serokwezîrê Îsraîlê herwiha diyar kir, ji bo rêgiriya gefên nukleerî yên muhtemel, ew azad in çawa tevbigerin û got, di vî warî de ew bi Serokê Amerîka Joe Biden re hevnêrîn in.
Hêjayî gotinê ye, ji aliyê Amerîka û Îranê ve daxuyanî têne dayîn ku dibe di demeke nêzîk de peymana nukleerî ya ligel Îranê ji nû ve were aktîfkirin ku Îsraîl ji ber îhtimala Îran çekên atomî bi dest bîne, vê yekê wekî gefeke mezin li ser xwe dibîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin