Kurekî 17 salî bi tivinga nêçîrê bavê xwe kust

22 hezîran 2024 22:11
Kurekî 17 salî bi tivinga nêçîrê bavê xwe kust

PeyamaKurd – Xortekî 17 salî yê bi navê Ö.T.U. li bajarê Sewasê li navça Suşehriyê li gundê Karalarê bi tivingê li bavê xwe xist. Bavê wî Selman U. (46) di cîh de mir.

Hat ragihandin ku di navbera kur û bav de dijberî hebûye û li hev nedikirin. Li ser agahdarkirina cendrime û têmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê Karalarê.