Kurekî 11 salî ku ketibû ber pêlên avê cenazê wî hat dîtin

01 îlon 2019 01:25
Kurekî 11 salî ku ketibû ber pêlên avê cenazê wî hat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Sêrtê li navçeya Misircê kurekî bi navê Kurtay Çelik ku 11 saliye, bi du pismamên xwe ve bo xwe hînik bikin çûn ser çemê Başûr. Tev bi hevre li gundê Akçalı ku navê wî yê bi Kurmancî nehatiye diyarkirin, dimînin. Do li dora nîvro ketine avê lê xortê 11 salî ketiye ber pêlên avê û wenda bûye.

Bi agahdarkirina hêzên ewlekariyê, polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê, AFAD û UMKE heya tîmên binê avê tev hatin sewqkirin bo deverê. Tîm di çem de li cenazeyê kurik geriyan lê 24 siet di şûnde karibûn ji ciyê ku ketiye avê 50 metre dûr cenaze bibînin. Cenaze ji avê hat derxistin lê di bedena xort de can tinebû.

Bo otopsiyê cenaze birin bo morga nexweşxaneyê