Kurdistan | Ji bo malbatên sehîdên DAISê nexwesxaneyeke taybet hat vekirin

30 gulan 2024 23:01
Kurdistan | Ji bo malbatên sehîdên DAISê nexwesxaneyeke taybet hat vekirin

PeyamaKurd – Li navçeya Soran a Hewlêrê li ser daxwaza komeleya Sembola Şehîdan, beşeke nexweşxaneya Hêlav a taybet ji bo malbatên şehîdên rêxistina terorîst DAIŞê hate vekirin.

Wê li nexweşxaneyê pişkinînên pizîşkî, çareseriya tenduristiya kesûkarên şehîdên şerê DAIŞê bê pere bê kirin.

Li gorî amarên rêveberiya giştî ya şehîd û enfalbûyên Soran, di şerê dijî DAIŞê de li sînorê îdareya serbixwe ya Soranê zêdetir 130 kes şehîd bûne.