Kurdistan | Hejmara kustiyên êrîsa Tirkiyê zêde bû
PeyamaKurd – Hejmara kesên di êrîşa balafirên Tirikyê ya bi ser devera Amediyê de zêde bûn. Beriya niha hatibû ragihandin ku 2 kesan di bombaranê de can daye û du kes jî winda ne.
Balafirên şer ên Tirkiyê doh 23yê Çile piştî nîvro û derengiya şeva borî êrîşên esmanî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê biribûn ser gundê Zelî yê girêdayî bajarokê Dêrelokê yê devera Amediyê.
Li gor zanyariyên dawî hejmara kuştiyan gihîştiye çar kesan û du kesên din jî winda ne.
Hat zanîn her çar xortên bi êrîşa Tirkiyê hatine kuştin, xizmên hev in ji bo nêçîra masiyan çûbûn çemê Zêyê Mezin.
Termên du ji wan xortan, ên bi navê Azad Şahîn û Wehîd Baqî îro li bajarokê Dêrelokê hatin definkirin, lê termên Rêdar Mihemed Tahir û Azad Mecîd hê nehatine dîtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin