Kurdistan | 1170 kesên din bi koronayê ketin, 19 nexwesan jî wefat kir
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, Hezar û 170 kesên din bi koronayê ketin û 29 nexweşan jî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, 1170 kesên di 24 saetên borî de bi vîrûsa koronayê ketine, 489 kes li Hewlêrê, 200 kes li Silêmaniyê, 40 kes li Germiyanê, 10 kes li Raperînê, 410 kes li Duhokê û 21 kes li Helebceyê ne.
Herwiha29 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperînê, 13 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.
Wezaretê eşkere kir ku di 24 saetên borî de 471 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên vîrusa koronaya nû Covid-19 gihîşt 87 hezar û 770 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 760 kes û heta niha 54 hezar û 47 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin