Kurdên Êzidî Cejna Xidir Îlyas pîroz dikin...

20 sibat 2020 21:04
Kurdên Êzidî Cejna Xidir Îlyas pîroz dikin...

PeyamaKurd – Cejna Xidir Ilyas li gorî salnameya rojhilatî Pêncşema yekemîn a meha Sibatê tê pîrozkirin ku êzidî 3 rojan rojî digirin û di wan rojan de jî nabe goşt bixwin.

Piştre xwarina Bêxwîn ji 7 danên bingehîn çêdikin; nîsk, nok, ceh, genim, baqil, garis û dendika berberû û van danan bi hev re dibirêjin û piştre bi destarê destan dihêrin.

Kurdên Êzidî li herêma Kurdistanê û seranser dinyayê cihê ku lê ne Cejna Xidir Ilyas pîroz dikin.

Berpirsê beşa rewşenbîrî ya desteya bilind a perestgeha Laleşê ya rewşenbîrî û civakî li Duhokê ragihand ku îro 20ê Sibatê merasîmên cejna Xidir Ilyas û Xidir Nebî birêve diçin.

Berpirsê beşa rewşenbîrî li desteya bilind a bingehê Laleşê yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê Şemo Qasim ji derbarê Cejnda Xidir Ilyas de van agahiyan dide:

“Berî bibe cejn, ji her kesekî bixwaze yê nave wî Xidir Ilyas jî be dê sê rojan rojî be, roja piştre jî dê cejnê bike. Îro û sibe jî cejna Xidir Ilyas û Xidir Nebî ye. êzdî genim û ceh û tovik û çend cureyên din yên pêxorên hişk nav yek de dê çêbikin û bikin xwarinek. Ev cejna jî girêdayî xwezayê ye. kevneşopiyekî din a xweşik di vê cejnê de heye ew jî kur û keçên êzdî eger di xewnê de biçin ser ava malekê êzdî dibêjin ew kur û keç dê bibin qismetê hev.”

Êzidî di vê cejnê de, li malên xwe xwarinê datînin, dibêjin eger Xidir Ilyas hate ser û nîşanek li ser bike, ev nîşana xêr û bereketê ye û merasîmên taybet di vê cejnê de hene birêve diçin.