Kurd li çar aliyên Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê dikin

21 adar 2018 16:26
Kurd li çar aliyên Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê dikin

PeyamaKurd -  Kurdên li çar aliyên Kurdistanê cejna neteweyî Newroza Siltanî pîroz dikin û bi genc, pîr, zarok, jin û mêran li meydanan in.

Li paytextê Kurdistanê bi sed hezaran, li bajarê çandê Silêmaniyê dîsa sedê hezaran, li Kerkûk, Duhok, Diyarbekir, Wan, Hekarî û Mehabadê jî bi tevahî bi milyonan Kurd derketin qadan.

Tenê li Akrêya Duhokê ji 25 hezar kesî zêdetir Kurd bi meşaleyên di destê xwe de agirê Newrozê derxistin serê çiyayan.

Li Diyarbekirê wek her carê bi sed hezaran însan li Qada Newrozê ne, li Wanê jî Kurd li ser piyan in.

Kurd, Cejna Neteweyî Newrozê bi coş û kelecaneke mezin pîroz dike û peyama zindîmayinê dide hemû cîhanê.

Do jî Serok, Serokwezîr û rêveberên ên Kurdistanê dubare kiribûn ku Kurd li ber vejîneke nû ne û pêşeroja Kurdan geş e. Kurd bi vê bawerî û armancê ruhê azadî, serxwebûn û serbilindiyê careke din bi dest dixe.