Kujerê komkujiya Konyayê Mehmet Altun sandin zîndanê
06 tebax 2021 04:15
PeyamaKurd – Mehmet Altun ê ku di 30 yê temmûzê de li navçeya Meram a bi ser Konyayê de ji malbata Kurdên ji Qersê ya Dedeoğulları 7 kesan kuştibû, îro derxistin dadgehê û dadgeh wî tewqîf kir û çand zîndanê.
Mehmet Altun piştî bûyerê bi 6 rojan li Konyayê li navçeya Bozkırê di goristanekî de hatibû girtin û îro wî birin Dadgeriya Sulh Cezayê ya nobedar û ji sûcên ‘bi plan û bi hîsên hovane ya kuştina 7 kesan’,’ bi şewatê zerar dayîn’, ‘derketina li dijî qanûna hilgirtina sîlih’ û ‘’îhlala îmtîyaza malan’ hat zîndanîkirin.
Niha ji ber bûyerê 10 kesên din jî di zîndanê de ne ku yek ji wan hevjîna Mehmet Altun e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Dadgeha Konyayê îdianameya komkujiya malbata Dedeogûllari qebûl kir
04 mjd 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin