Kremlînê pesnê Tirkiye û Erdogan da: ‘Pêwendiyên me bêhemba ne!’
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di hevpeyvîneke televizyonê de pesnê Tirkiye û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û pêkanînan danûstandinên şandên Ukrayna û Rûsyayê yên li Stenbolê nirxand.
Peskov got ku Erdogan lîderekî siyasî yê bihêz e û diyar kir, “Tirkiye welatekî mezin ê herêmî ye. Pêwendiyên me bêhempa ne.”
Herwiha Peskov daye zanîn ku Tirkiye tevî ku endama NATOyê jî ji Amerîka û NATOyê re gotiye, ew beşdarî dorpêçên ser Rûsyayê nabin û pira naşewitînin.
Peskov behsa pêwendiyên aborî yên ligel Tirkiyê jî kir û diyar kir, berdewamkirina dîyalogê û pêwêndiyên aborî yên herdu welatan xwedî girîngiyeke mezin e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin