Kremlîn: Amerîka dixwaze em êrîsî bajarên mezin bikin, lê ev helwesteke provokatîf e!

14 adar 2022 20:31
Kremlîn: Amerîka dixwaze em êrîsî bajarên mezin bikin, lê ev helwesteke provokatîf e!

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitriy Peskov, îdiaya Amerîka ya ‘Rûsyayê ji Çînê alîkariya leşkerî xwestiye’ red kir û got, Rûsya xwedî wê şiyanê ye ku operasyona xwe ya taybet a ser Ûkraynayê li gorî dema hatiye diyarkirin bimeşîne.

Peskov herwiha îdia kir ku Rûsya ji bo rê li ber windayên sivîl bê girtin, êrîşî bajarên mezin yên wekî Kîevê nake û heger şerê kuçeyan rû bide jî wê windahiyên sivîl gelekî zêde bibin.

Peskov got ku rayedarên Amerîka zorê didin wan ku ew êrîşî bajarên mezin bikin û diyar kir: “Em vê helwestê wekî helwesteke provokatîf dinirxînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 24ê Sibatê ve li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî nêzîkî hezar sivîl di êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê de hatine kuştin. Herî dawî îro 14ê Adarê jî avahiyên sivîlan li nêzîkî paytext Kîevê hatibûn bombebaran kirin ku tê de sivîlan can dabû.