Koska Spî: Zelenskiy dikare biryara hevdîtinên bi Rûsyayê re bide
20 mijdar 2022 19:36
PeyamaKurd – Berdevkê Ewlehiya Niştimanî yê Koşka Spî John Kirby, li ser nûçeyên ku Amerîka ji bo hevdîtinên ligel Rûsyayê fişarê li ser rêveberiya Ukraynayê dike daxuyanî da.
Kirby ew îdiayên ku Amerîka zorê dide Kîevê daku bi Rûsya re rûne red kirin û got, “Gotûbê dest pê dikin yan nakin, yan jî kengî amade dibin ji gotûbêjan re, wê biryarê Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy dikare bide.”
Li aliyê din rojnameya Kiev Post jî ragihandiye ku ji ber fişara Amerîkayê Zelenskiy di pozîsyona xwe ya li hember Rûsyayê de nerm bûye û ji bo hevdîtinê dev ji şertê ketina deshilata Pûtîn berdaye.
Lê belê ev nûçe ji aliyê Zelenskiy û sererkaniya Ukraynayê ve hat derewandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Numan Kurtulmus: Komîsyon dikare biryara çûna Îmraliyê bide
07 mjd 2025
Jiyan
Ji Koska Spî daxuyaniya hevdîtinên Riyadê: Rûsya û Ukraynayê li hev kir
25 adr 2025
Kurdistan
Partiyên Rojhilat biryara gurkirina protestoyan dan
06 rbn 2026
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin