Koska Spî: Pereyê me qediya êdî em nikarin alîkariya Ukrayna bikin!

04 berfanbar 2023 23:59
Koska Spî: Pereyê me qediya êdî em nikarin alîkariya Ukrayna bikin!

PeyamaKurd – Dîrektorê Koşka Spî ya Amerîkayê Shalanda Young ragihand ku êdî budçeya wan a alîkariya bo Ukraynayê diqede û ew ê nikaribin alîkariyên çek û cebilxaneyan bikin.

Young nameyek ji endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê re şand û tê de got, “Heke kongre nekeve tevgerê, wê ji bo dawiya salê çavkaniyên darayî yên bo alîkariya çek û alavên leşkerî bo Ukraynayê biqedin.”

Shalanda Young, destnîşan kir ku budçeya Amerîka ya piştevaniya Ukraynayê di şerê Rûsyayê de, ber bi xelasbûnê ve diçe û bibîr xist: “Bi zelalî dibêjim ku niha fînansmaneke me ya bi sêhr ku vê piştevaniyê dabîn bike tune ye. Pereyê me qediya, dema me jî dike ku biqede.”