Koreya Basûr, li dijî wî welatî gavên berevaniyê dihavêje

27 berfanbar 2022 20:30
Koreya Basûr, li dijî wî welatî gavên berevaniyê dihavêje

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku aliyê rayedarên Koreya Başûr ve hatin ragihandin, Serokomarê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol, piştî ku 5 balafirên bêmirov ên Koreya Bakur qada wan a asîmanî binpê kiriye, soz da ku karînên hêzên çekdar ên kifşkirin û çavdêriyê baştir bike.

Hat diyarkirin ku Serokomarê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol, di Civîna Civata Wezîran de axivî û binpêkirina qada hewayî ya Başûr a ji ji aliyê balafirên bê mirov ên Koreya Bakur ve nirxand.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Yoon destnîşan kiriye ku hêzên çekdar di amadebaşiya şer û perwerdehiyê de "kêmasiyên cidî" nîşan didin û divê kapasîteya parastinê were xurtkirin.

Hat zanîn ku Yoon diyar kir ku ji bo xebatên çavdêrî û kifşê li tesîsên leşkerî yên girîng ên Koreya Bakur bên lidarxistin plan dikin ku yekîneyeke bêmirov ava bikin û wiha got,

"Piştî bûyera duh em ê heta ku ji destê me bê em ê pêvajoya avakirina yekîneya balafira bêmirov bidomînin. Em ê kapasîteyên xwe yên kifşkirin û çavdêriyê bi UAV-yên pêşkeftî yên xewnê xurt bikin."

Rayedarên Koreya Başûr duh ragihandibû ku 5 balafirên bêmirov ên Koreya Bakur, qada wê ya hewayî binpê kirine û yek ji wan ber bi paytext Seulê ve firiyaye.