Koreya Basûr daxwaza hevdîtinê li Koreya Bakur kir

09 îlon 2022 00:21
Koreya Basûr daxwaza hevdîtinê li Koreya Bakur kir

PeyamaKurd –Wezîrê Yekbûniyê yê Koreya Başûr Kwon Young-se, daxwaza hevdîtinê li Koreya Bakur kir.

Kwon ji bo malbatên di şerê 1950-1953yan ê Koreyê de ku ji hevdu qut bûne werînin ba hev, pêşniyar li Koreya Bakur kir ku danûstandinê bikin.

Wezîr Kwon Young-se got: "Divê aliyên herdu Koreyên Başûr û Bakur bi êşên xwe re rûbirû bibin. Berî ku têgeha ‘malbatên parçebûyî’ ji holê rabe, pêwîste em vê kêşeyê çareser bikin.”

Li gorî daneyên Wezareta Yekbûniyê ya Koreya Başûr, niha 133 hezar 650 malbatan ji bo bigihin malbatên xwe yên li Koreya Bakur serlêdan kirine ku ji wan 70 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Herî dawî sala 2018an mexdûrên şer ên temenê wan di navbera 80-90 saliyê de gihabûn hevdu û dîmenên hestiyar derketibûn holê.